Li Parîsê piştgiriya ji bo akademîsyenan
Ji bo akademîsyen Nûriye Gulmen û Smeîh Ozakça, ku bi biryarnameyê ji kar hatin derxistin û ev 67 roj in di greva birçîbûnê de ne, akademîsyenên li sirgûnê li Parîsê çalakî lidar xistin.
Ji bo akademîsyen Nûriye Gulmen û Smeîh Ozakça, ku bi biryarnameyê ji kar hatin derxistin û ev 67 roj in di greva birçîbûnê de ne, akademîsyenên li sirgûnê li Parîsê çalakî lidar xistin.
Çalakî ji aliyê koma Akademîsyenên ji bo Aştiyê ve hate organîzekirin û saet di 11:00 de li meydana Repûblîqûe dest pê kir.
Li ser navê komê daxuyaniyek hate xwendin û bal hat kişandin ser êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên li hemberî akademîsyenan û civakê. Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya têkoşînê hate kirin û berxwedana her du akademîsyenan hate silavkirin. Çalakgeran xwestin, karê her du akademîsyenên di grevê de ne radestî wan bê kirin.
Piştre bi rêya Skype bi Nûriye Gulmen û Semîha Ozakça re axivîn.
Gulmen got, "Li ber peykerê mafên mirovan ê li kolana Yukselê ez di greva birçîbûnê de me. Îro bû roja 67'an. Ez we hemûyan ji dil silav dikim. Heta bidestxisitna karê xwe, em ê têkoşîna xwe ya bi rûmetê, greva birçîbûnê bidomînin."
Semîh Ozakça jî spasiya her kesên piştgiriya wan dike kir û biryardariya xwe ya ji bo çalakiyê nîşan da.