Li Parîsê meşa ‘kapîtalîzmê nejî û nede jiyandin’

Li Banliyoyeya Villier le Bel a Parîsê di pêşengiya Ciwanên Azad a Parîsê de îro saet 18.00’an bi dirûşma, “Kapîtalîzmê nejî û nede jiyandin” meşek hat lidarxistin.

Li Banliyoyeya Villier le Bel a Parîsê di pêşengiya Ciwanên Azad a Parîsê de îro saet 18.00’an bi dirûşma, “Kapîtalîzmê nejî û nede jiyandin” meşek hat lidarxistin. Bi sedan ciwanên tevlî meşê bûn, dirûşmên “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bimire DAIŞ û hikûmeta AKP’ê ya pêşengiyê jêre dike” gotin.

Li Banliyoyeya Villier le Bel a paytexta Fransa Parîsê di pêşengiya Ciwanên Azad a Parîsê de bi dirûşma, “Kapîtalîzmê nejî û nede jiyandin” meşek hat lidarxistin. Meş saet 18.00’an destpê kir. Ciwanên tevlî meşê bûn, dirûşmên, “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bimire DAIŞ û hikûmeta AKP’ê ya pêşengiyê jêre dike” gotin.

Di axaftinên meşê de hat diyarkirin ku wê Ciwanên Azad a Parîsê li hember pergala kapîtalîst a ciwanan ji nasnameya wan dûr dixe û çeteyan têkoşîn bê dayîn. Hat destnîşankirin ku wê çalakiyên, “Kapîtalîzmê nejî û nede jiyandin”  bên pêşxistin û têkoşîn were xurtkirin.

...