Li Parîsê li pêşiya avahiya Eûtelsatê çalakiya protestoyê
Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistaniyan li pêşiya avahiya Kargeha Eûtelsat a Ûydûya Fransayê çalakiyek lidar xistin.
Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistaniyan li pêşiya avahiya Kargeha Eûtelsat a Ûydûya Fransayê çalakiyek lidar xistin.
Hewldanên Eûtelsatê ya li ser biryara dewleta Tirk a têkildarî girtina televîzyonên Kurdî Stêr TV, Ronahî TV û News Channelê, li pêşiya avahiya Eûtelsatê ya li Parîsê tê protestokirin.
Kurdistaniyên ku logoyên 3 televîzyonên ku dixwazin weşana wan tarî bikin li pêşiya avahiya Eûtelsatê danîn, dowîzên “Eûtelsat di ximeta Erdogan de ye”, “Erdogan dîktator, Eûtelsat piştgirî dike” li ser hatibûn nivîsîn û dirûşmên “DAIŞ Erdogan, Eûtelsat destek dike” qîr kirin.
Di çalakiyê de heyetekê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Fransayê bi rêveberên Eûtelsatê re hevdîtinek kirin.
Di hevdîtinan de bi awayekî vekirî hate diyarkirin ku li ser daxwaza dewleta Tirk bi rêya RÛTK’ê fermanekî ji bo Eûtelsatê hatiye şandin li ser wê ketine nava hewldanan.
Tevî barana zêde jî di çalakiyê de hevserokê CDK-F’ê Vedat Bîngol diyar kir ku wê li dijî faşîzma Erdogan û piştgiriya wê ya li Ewropayê wê berxwedana xwe mezin û bidomînin. Bîngol destnîşan kir ku wê nikaribin ekranên wan tarî bikin, bang li Kurdistaniyên li Fransa dijîn kir ku xwedî li kenalên xwe derkevin û her roj di nava çalakiyan de bin.