Li Parîsê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin
Li Parîsê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin
Li Parîsê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin
Li paytexta Franse Parîsê ji aliyê endamên Meclîsa Çanda Kurd a Parîsê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin berhevkirin.
Li îstasyona li bakûrê Parîsê, komek endamên meclîsa çanda Kurdan a Parîsê îmze berhev kirin û li aliyeke din jî belavokên bal dikişînin ser şer û mercên Ocalan têde tên ragirtin.
Endamên Meclîsa Çand û Hunerê ya Kurdan a Parîsê ku ji bo Ocalan bi sedan îmze berhev kirin, dan zanîn ku ew ê kampanyaya xwe her hefte bidomînin.