Li Parîsê festîvala ciwanan a Engîn Sîncer a 8’emîn hate lidarxis
Li paytexta Fransayê Parîsê festîvala ciwanan a Engîn Sîncer a 8’emîn hate lidarxistin.
Li paytexta Fransayê Parîsê festîvala ciwanan a Engîn Sîncer a 8’emîn hate lidarxistin.
Bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad bi şîara “Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi dawî bikin” festîvala ciwanan a Engîn Sîncer a 8’emîn di saet 10.00’an de li banlîyoya Sarcellesê bi beşdariya ciwanên Kurd hate lidarxistin.
Di festîvalê de fûtbol, voleybol û tûrnûvayên kişikê hatin lidarxistin. Beriya festîvalê tîmên tûrnûvaya fûtbolê yên li Parîs, Marsîlya, Rennes û Strasboûrgê ên mabûn fînalê, îro maça xwe domandin û tîma Şehîd Welat bû yekemîn.
Di ya voleybolê de jî Jinên Ciwan ên Azad bû yekemîn.
Di festîvalê de endamê lijneya dîwanê yê KCDK-E’yê Mûrat Ceylan û nûnerê Ciwanên Azad, Firat Welat axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku divê “Ciwanên Kurdistanî yên li Ewrûpayê dijîn li dora nirxên Engîn Sîncer, şehîdên Meha Gulanê û şehîdên têkoşîna azadiyê xwe birêxistin bikin û Rêberiya Azad, Kurdistana Azad û jiyana azad ava bikin.”
Di axaftinan de polîtîkayên li ser ciwanan hatin destnîşankirin û hat diyarkirin ciwan bi çanda Kurdistanî dikarin azad bibin û divê ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê ji bo azadiya Rêber Ocalan û li hemberî girtina televîzyonên Kurd berxwedanê geştir bikin.
Di festîvalê de Çetîn Oraner, Serhado, Şararoj û koma Govendê jî derketin ser dikê.