Li Parîsê di hefteya 651’emîn de lêgerîna edaletê dewam kir
Li Parîsê di hefteya 651’emîn de lêgerîna edaletê dewam kir
Li Parîsê di hefteya 651’emîn de lêgerîna edaletê dewam kir
Çalakiya Nobeta Ronîkirin û Edaletê ya her Çarşemê bi armanca şermezarkirina qetilkirina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan, endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê tê lidarxistin vê hefteyê jî dewam kir.
Çalakvanan diyarkirin tevî di ser komkujiyê re 651 roj derbas bûn jî lê hîna hêzên li pişt komkujiyê nehatine aşkerakirin û wiha gotin: “Li Kobanê heman têgîna komkujer êrîşî Kurdan dike.”
Jinên endamê Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Kurdistaniyên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin gel hev bi dirûşmaya “Em hemû Sakîne, Leyla, Rojbîn û PKK ne” saet 14.00’an dest bi çalakiya xwe kirin.
Çalakî vê hefteyê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) pêk hat. Girseyê wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, flamayên KCK, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û SKB’ê hildan û şehîdên Kobanê jî bi bîr anîn. Di çalakiyê de wêneyên şehîda YPJ’ê Arîn Mîrxan û şehîdê MLKP’ê Suphî Nejat Agirnasli û dovîza “Kobanê ne bi tenê ye” hatin hildan û dirûşm hatin gotin.
Çalakiya heya ber Buroya Enformasyon a Kurdistanê hat lidarxistin belavokên bi naveroka “Em li benda aşkerakirina hêzên li pişt komkujiya Parîsê ne” hatin belavkirin. Girse piştî giha ber Buroyê li vir deqeyek rêzgirtin pêk anîn.
Piştre jî li ser navê SKB’ê Esra Demîr ku axivî got: “Yên biryara komkujiya Sakîne, Leyla û Fîdan dan niha jî bi topyekûn êrîşî Kurdan dikin. Tê xwestin ku Kobanê ji aliyê heman têgîn û hêzan ve teslîm bê girtin. Lê Kobanê nîşa hemû dinyayê kir ku keleha berxwedanê ye. Berxwedana Kobanê ya li hemberî vê têgîna komkujer hat lidarxistin, divê em mal bi mal, tax bi tax rêxistin bikin. Li ser vê bingehê ji bo hemû çalakiyan em tevlîbûnek bihêz çêkin.” Demîr diyar kir wê çalakiya nobetaya Ronahî û Edaletê heya komkujî bê zelalkirin berdewam bikin.
Çalakî bi dirûşmaya “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.