Li Parîsê bo Ocalan îmze tên berhevkirin

Li Parîsê bo Ocalan îmze tên berhevkirin

Li paytexta Franse Parîsê 1’ê Gulanê dê bi meşekê bê pîrozkirin.  Kurdên ku bi girseyî tevli meşê bûn ji bo kampanayay ‘ji bo Ocalan azadî’ îmzeyan berhev dikin. Kurd hedef dikin ku deh hezar îmzeyê kom bikin.

Li Parîsê meşa 1’ê Gulanê ji Qada Bastîle saet di 15.00’an de dê dest pê bike. Meşa ku bi pêşengiya CGT û CFGT û Solîdaîre pêk tên, dê li Qada Natîon bi dawî be. Qada Bastîle di saetê sibê yên zû de  ji bo meşê dest bi amadekariyan kirin.

Kurdên li Parîsê dijîn bi hêzeke mezin tevli 1’ê Gulanê dibin. Îsal di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo Ocalan Azadî de, bi hêzeke mezintir tevli dibin. Ekîba ku ji 150 kesî pêk tên di derketina metroyan de standên îmzeyan vekirine û îmzeyan berhev dikin.