Li Pakîstanê bi hinceta ku Quran vegotiye, kesek bi zindî ji aliyê girseyek qelebalix ve bizindî hate şewitandin.
Li gorî agahiyên ku polîsan dane, kesek yê gerok şeva roja Pêncşemê bi Înê ve girêdide, li mizgefta gundê Sota ya li eyaleta Sîndh ku dikeve başûrê welat dimîne.
Dema ku melayê gund sibehê diçe mizgeftê dibîne ku Quran hatiye şewitandin. Mela Molvî Memon got, “Wê şevê li mizgeftê ew bitena serê xwe bû, kesekî din yê ku vê tişta xofdar bike tune bû.”
Gundiyan piştî li kesê mijara gotinê xistin, radestî polîsan kirin. Piştî çend demjimêran komekî 200 kesî êrîşî qereqolê kir. Komîser Osman Ganî da diyarkirin ku, girseya qelebalix ew kes xişikandin derve û bi zindî ew şewitandin. Piştî bûyerê nêzî 30 kes hatin binçavkirin, 7 polîs jî ji ber sedema îhmalê erkê wan hate cemidandin.
Li gorî Navenda Hûrkolîn û Lêkoşîna Ewlekariya Pakîstanê ji sala 1990’an û vir ve li Pakîstanê 53 kes bi sûcdarkirina “dijûn ji ol re” kirine hatine kuştin.