Li Osmaniyeyê leşker û nijadperestan êrîşî penaberan kirin
Li Osmaniyeyê leşker û nijadperestan êrîş bir bi ser komek penaberên ji ber şert û mercên xerab ji Kampa Penaberan a Demkî reviyabûn.
Li Osmaniyeyê leşker û nijadperestan êrîş bir bi ser komek penaberên ji ber şert û mercên xerab ji Kampa Penaberan a Demkî reviyabûn.
Duh êvarê, komek penaberên Sûriyeyî, Efxan û Pakistanî ji Kampa Penaberan a Demkî li bajarokê Cevdetiye yê Osmaniyeyê reviyan. Di dîmenên li ser medyaya civakî de tê dîtin ku leşkerên Tirk penaberên xwe di ser têlan re diavêjin, guleyan berdidin û li erdê penaber hene mirov nizane birîndar in an jî mirî ne. Penaber direvin û komek nijadperest jî bi çekan didin pey wan da ku wan lînç bikin. Hat diyarkirin ku penaber ji ber şert û mercên nebaş ên kampê hew îdare kirine û reviyane.
Di êrîşan de gelek pênaber birîndar bûne, nehate hînbûn ku gelo penaberên mirî hene yan na.
Walîtiya Osmaniyeyê got: “35 biyaniyan xwe ji ser têlan avêtine û ji kampê reviyane, lê Jendirmeya Bajêr ew tev girtine.”