Li Oslo şervanên YPG’ê hatin bîranîn
Li Oslo şervanên YPG’ê hatin bîranîn
Li Oslo şervanên YPG’ê hatin bîranîn
Ji bo sersaxiya şervanên YPG’ê yên ku di berxwedana li hemberî çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) de jiyana xwe ji dest dane, PYD’ê û bi beşdariya dehan ji penaberên Kurd li Norwêcê, merasimeke sersaxiyê li bajarê Oslo paytexta Norwêcê lidar xist.
Merasim bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Nûnerê PYD’ê yê Norwêcê Serbest Elî axaftinek kir û rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê nirxand û bal kişand ser rola YPG’ê li dijî dijminên Kurdan û berxwedana wan pîroz kir.
Piştre sînevîzyonek li ser şervanên YPG’ê ku jiyana xwe di berxwedanê de hate pêşandan. Di sînevîzyonê de axaftina dayîka şehîd Şervan Salih Muslim ya di merasima oxirkirina wî de hatibû gotin, hate nîşandan.
Di merasimê de nivîskar û rojnamevanê Norwêc Arlêg Volkford axivî û sersaxiya gelê Kurd û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim xwest. Her wiha di axaftina xwe de wiha got: “Îro Gelê Kurd xwedî hêze, çênabe werin paşguhkirin. Ew niha li hemberî terora navnetewî li ber xwe didin û welatê xwe diparêzin.”
Her wiha endamê PYD’ê Birûsk Selman li ser rola Kurdên li Norwêcê û piştgiriya wan ji berxwedana YPG’ê re bi şêwazên curbecur axivî.