Li Oremarê topbaran
Li Oremarê topbaran
Li Oremarê topbaran
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê (NÇR-HPG) da xuyakirin, ku artêşa Tirk li dijî gerîlayên di rewşa agirbestê de, bi obus û hewanan êriş pêk aniye. Hat ragihandin, ku gerîla jî bi heman rengî bersiv daye.
Di daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê (NÇR-HPG) de hat gotin, "Roja 6'ê Gulanê saet di navbera 00.00 û 01.00 de, li herêma Oremarê ya ser bi navçeya Colemêrg Geverê, artêşa Tirk li dijî qada Şehîd Gafûr bi obus û topên hewanê êriş kiriye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku roja 5'ê Gulanê jî saet di navbera 16.30 û 17.00'an de, li dijî herêma Oremarê ya ser bi Zapê, li hemberî gerîlayên HPG'ê yên di rewşa agirbestê de ne, êrişa bi hewan û obusan pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li dû bombebaranê, gerîlayên HPG'ê jî bi heman rengî bersiv dane artêşa Tirk.
Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hat ragihandin, ku roja 4'ê Gulanê jî li herêma Gerdiya ya ser bi navçeya Colemêrg Şemzînanê, di dema operasyonê de çawişekî pispor li ber ava Hacibegê ketiye û wenda bûye.
Hat ragihandin ku operasyona li herêmê hînê dewam dike.