Li Orebroyê resepsiyona Newrozê

Navenda Civaka Demorkatîk a Kurd ya Orebroyê ji bo Newrozê resepsiyonek li darxist. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Orebroyê xebatan dikin, beşdarî resepsiyonê bûn.

Nûnerên Partiya Çepgir, Xiristiyanên Demokrat, Partiya Karkerên Demokrat a Sosyal û Partiya Lîberal beşdarî resepsiyonê bûn. Di resepsiyonê de Hevserokê NCDK’ê Mûzaffer Nisêbin axivî û qala girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd û gelên bindest kir.

Cecîlîa Lon ku yek ji rêveberên Partiya Çepgir e Newroza gelê Kurd û Efrînê ku neçar man xaka xwe biterikînin pîroz kir û rexneyên tund li dewleta Tirk kir ku êrîşî şervanên YPG/YPJ’ê yên ku ji bo mirovahiyê xizmeteke mezin kirîn çeteyên DAIŞ’ê têk birin.

Lon diyar kir ku wê piştgiriya Partiya Çepgir ji bo têkoşîna gelê Kurd bidome û welatên li dijî êrîşan bêdeng dimînin jî rexne kir.