Li ODTU’yê polîsan êrîşî girseyê kir

Li ODTU’yê polîsan êrîşî girseyê kir

Girseya ku li dijî rêya tê plankirin li ODTU-100’mîn sal bê çêkirin meşiyan, polîsan bibombeyên gazê êrîş kir.

Girseya ku li dijî rêya ku tê plankirin li herêma Taxa Çîgdem ya ODTU-100’mîn sal were çêkirin, meşiyan rastî êrîşa polîsan ya bombeyên gazê û guleyên plastîk hatin. Girseyê jî bi keviran û fîşekên hewayî bersiva polîsan dan.

Polîsên ku destûr nedan endamên çapemeniyê nêzî derî bibin, endamên çapemeniyê ên hewildan nêzî derî jî bibin polîsan guleyên plastîk avêtinê.

Pevçûn dijwar dibin û berdewam dikin. Bi hezaran rûniştinên taxê û xwendekar li ber Mîgros 100’mîn salê civiyan û ber bi qada lê pevçûn heyî meşiyan.