Li ODTU 3 xwendekar hatin binçavkirin

Li ODTU 3 xwendekar hatin binçavkirin

Xwedekarên xebatên rê yên di qada daristanî ya Zanîgehan Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) de derbas dibe şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Di bûyerê de 3 xwendekar hatin binçavkirin.

Piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê darên li erdê ODTU'yê birîr, Komeleya Mezûnên ODTU û xwendekaran, 5 hezar şitil li qada rê lê tê çêkirin, çandibûn.

Piştî ku xwendekaran şitil çandin, polîsên li ber dibistanê vekişiyan û danê êvarê li ber deriyê A4 ê ODTU bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî xwendekaran kirin. Xwendekaran jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Di bûyerê de 3 xwendekar hatin binçavkirin.