Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Norwêcê du şahiyên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê

Li Norwêcê du şahiyên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê

Di bin slogana "Em Berxwedana Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin" Kurdên Nowêcê wê şahiyekê li dar dixin. Di şahiyan de Kurd piştgiriya xwe bi bajarê Serê Kaniyê û berxwedana Yekîneyên Parastina Gel silav bikin.

Şahiya yekemîn dê li paytexta Norwêcê Oslo roja înê 28ê Berfanbarê di seat 18.00'an wê lidar bikeve. Hunermendên tevlî şahiyê dibin ev in: Hozan Dîno, Dilovan Efrînî, Mensûr Evîndar, Nijman Sindî, Peyman.

Komîta piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li Norwêjê hemû Kurdistaniyên li Osloyê vexwand vê şahiyê ye. Şahî dê li vê navnîşên li dar bikeve: Holmia skolen, Nordåsveien 3, 1251 Oslo.

Herwiha li bajarê Trondheimê jî Komîteya Hevkariya Kurdistaniyan şahiyeke hevbeş di nava çalakiyên festîvala kultûrî ya kurdî li naverasta Norwêcê lidarbixe. Ev şahî biboneya sersala nû le û herwiha dê ji bo piştgiriya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê were nîşandayîn.

Şahî li bajarê Trondheimê roja çarşemê 26'ê Berfanbarê seat 16.00'an dê lidarbikeve. Hunermendên tevlî şahiyê dibin ev in: Hozan Kawa, Dijwar Silêvanî, Şêrko Merêwanî û Hozan Dîno.

Partî û saziyên piştgiriya vê şahiyê dikin ev in: PDK, KCK, Encuûmena Tevgera Gûran li naverasta Norwêcê, YNK, Hîzbî Dîmokiratî Kurdistan , PJAK, PYD, Komeleya Aştiya Kurdistanê, Komelley Kultûr û Awatebûna Kurdî, Rêkxrawa Srên ya Kultûrî, Yekîtiya Jinên Demûkrat ên Kurdistanê.