Li Northeîmê sala 40'î ya PKK’ê hate pîrozkirin

Li bajarê Northeîmê yê Elmanyayê sala 40'î ya PKK’ê bi coşiyeke mezin hate pîrozkirin.

Kurdistaniyên ku li Gottîngen, Kassel û derdora wê dijîn ji bo pîrozbahiya sala 40'î ya PKK'ê li Northeîmê hatin cem hev.

Şeva şahînetê ji hêla Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin. Bernameyê bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Di şahînetê de nêzî hezar kesî amade bû, di axaftinan de geşedanên siyasî yên dawî û pêngava 'Serî Hilde' ya tevgera ciwanan hate destnîşankirin.

Bi sînevîzyonekê dîroka PKK'ê hate nîşandan û şev bi bernameya çandî bi dawî bû.