Li Nisêbînê qeydên êşkenceyê hatine jêbirin!

Derket holê ku qeydên êşkenceya li Nisêbînê hatiye jêbirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dema ku êrîşên qirkirinê û ‘qedexeya derketina derve’ didomiya di 26’ê Gulana 2016’an de 17 jê zarok û 70 kes piştî ku hatibûn berdan, dîsa hatibûn girtin. Kesên ku hatin destgîrkirin diyar kirin ku êşkence li wan hatiye kirin. Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê têkildarî îddîayan lêpirsîn da destpêkirin.

BERSIVEKE SKANDAL

Buroya Amadekariya ya Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê di 21’ê Hezîrana 2016’an de nivîsek ji Gerînendetiya Emniyetê ya Nisêbînê re şand û qeydên kamerayê qawîşên zarokan xwest, ên ku hatibûn destgîrkirin. Emniyetê vê bersiva skandal da, “Pergala kamerayê ya li Gerînendetiya Şaxa Zarokan qeydên wê otomatîk e û dema ku bîra wê tijî dibe, bi awayekî otomatîk her tiştî jêdibe. Ji ber ku pergala kamerayê xwe ji nû ve daye destpêkirin qeydên beriya 30’ê Hezîrana 2016’an bi awayekî otomatîk jê çûne û hatiye tespîtkirin ku qeydên wê roja ku hûn dixwazin nehatiye dîtin.”