Li Mûsilê şerekî giran diqewime

Li 4 taxên Mûsilê, di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajêr de, di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran diqewime.

Artêşa Iraqê, ku tevî komên Şîa di cotmeha 2016'an de dest bi operasyona paqijkirina Mûsilê ji DAIŞ'ê kir, li rojavayê Mûsilê kete nava du taxên din.

Fermandarê Operasyonên Nînovayê Abdulemîr Reşîd Yarella daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di navbera hêzên koalîsyona Iraqê yên ketin nava taxên Hûerbiye û Rifahî û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime." Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên zirxî yên Iraqê ji aliyê bakur û başûr ve ketine nava taxên Îktîsadiyîn û 17'ê Tîrmehê û hat gotin, "Hêzên me ku hin nuqteyên çeteyan ên li van taxan bi dest xistine, bi pêş ve diçin."

Wekî din, operasyona Heşdî El Şabî ya ji bo girtina nehiyeya Kayrawn a navbera Mûsil û Şengalê da destpêkirin, dewam dike.

Ji bo rizgakirina Mûsilê ku di Hezîrana 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hate dagirkirin, di 17'ê Cotmeha 2016'an de bi desteka koalîsyona navneteweyî ji aliyê artêşa Iraqê, hêzên Heşdî El Şabî û pêşmergeyan ve operasyon hate destpêkirin. Pêşmerge tevlî operasyona li derdora Mûsilê bû bûn, lê belê cihê xwe di nava operasyonên li navenda bajêr negirtin.