Li Munsterê meşa xwedîderketina li Kobanê û Şengalê

Li Munsterê meşa xwedîderketina li Kobanê û Şengalê

Li bajarê Elmanya Munsterê, li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û Şengalê, bi beşdariya zêdeyî 500 kesî meşek hat lidarxistin.

Di meşa li navenda bajêr de, Civaka Azad, Êzidî, Komeleya Elewiyan, Saziyên Asûrî-Suryanî û Keldanî, antî-faşîst ên Elman û Partiya Çep destek dan. Çapemeniya Elman jî cihekî berfireh da meşê.

Di çalakiya li ber Mala Aştiyê ya Munsterê veguherî mîtîngê de nûnerê Civaka Azad Tahir Koçer axivî. Koçer da xuyakirin ku divê destek ji berxwedana Kurdan a li Kobanê û Şengalê re bê dayîn û destnîşan kir ku girîng e li qadan raya giştî were agahdarkirin.

Çalakiya ku bi sedan belavok lê hatin belavkirin, saet di 19:30 de bi dawî bû.