Li Munîh û Goteborgê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
Kurdistanî beşdarî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li bajarê Elmanya Munîhê û bajarê Swêdê Goterborgê bûn.
Kurdistanî beşdarî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li bajarê Elmanya Munîhê û bajarê Swêdê Goterborgê bûn.
Li bajarê Elmanya Munîhê, 1'ê Gulanê bi meşeke ku ji aliyê Yekîtiya Sendîkayên DGB'ê ve hatî organîzekirin, hat pîroz kirin.
Meş di saetên sibê de li ber avahiya sendîkayan dest pê kir û heta qada mîtîngê ya li Marienplatzê berdewam kir. Zêdetirî 4000 kes beşdarî meşê bûn û Sendîkayên Elman, Partiya çepgir, rêxistinên civaka sivîl, HDK Munîh, rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyê piştgirî dan meşê.
Di çalakiyê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bilindkirin. Polîsan êrîşî pankartê kir a ku têkildarî qedexeya PKK'ê û piştgirîdayîna Şengal û Rojavayê bû. Di êrîşê de kesek hat binçavkirin û piştre serbest hate berdan.
GOTEBORG
Li bajarê Swedê Goteborgê, Kurdan û bi hezaran kesan bi bernameya Komîteya Rojava û NCDK beşdarî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bûn.
Gelê Swêdê bi gelê Kurd re dirûşmeyên 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû', 'Bijî PKK', 'Bijî YPG/YPG', 'PKK gel e gel li vi re' berz kirin