Li Moskowa li hemberî buroya aktîvîstê mafê mirovan êrîş

Li Moskowa li hemberî buroya aktîvîstê mafê mirovan êrîş

Li paytexta Moskowa ya Rûsya bi ser buroya parêzvanê mafê mirovan ê navdar  Lev Ponomarjov de hat girtin. Di serdegirtina ku ji aliyê hêzên taybet ve pêk hat de Ponomarjov birîndar bû.

Li gorî ku radyoya  Rus Echo Moskvy ragihand serdegirtin, duh di derengiya şevê de pêk hatiye. Hat gotin ku ji ber di serdegirtina ji aliyê hêzên taybet hat kirin de şîddeteke dijwar hatiye bikaranîn gelek kes birîndar bûne. Li gorî agahiyan di nav birîndaran de ligel Ponomarjovê 71 salî Serokê Partiya Jabloko ya muxalefetê Sergej Mitrochin jî heye.  Mitrochin di Hilbijartinên Şaredariya Moskova de di nav namzetan de cih digirt.

Di serdegirtina ku rayedarên Rûs ‘deynê kîrayê’ wek sedem nîşan didin de nayê zanîn kes hatine girtin an na.

Rûsya di mehên dawî de li hemberî rêxistinên mafê mirovan û civakên sivîl êrîşên xwe zêde kiriye. Rêveberiya Vladimir Pûtîn, saziyên mafê mirovan û yên civakên sivîl bi sedema li ser navên Rojava kar dikin sûcdar dike. Rêxistinên mafê mirovan wan sûcdariyan red dikin û êrîşên li hemberî xwe wek parçeyek stratejiya bêdengkirina muxalifan terîf dikin