Li Misrê pifdanka hewayê ket: 19 mirî
Li Misrê pifdanka hewayê ket: 19 mirî
Li Misrê pifdanka hewayê ket: 19 mirî
Li Misrê pifdanka hewaya germ ya turîst lê siwarbûn ket û 19 kesan jiyana xwe ji dest da.
Bûyer li rojavayê bajarê Lûksor yê bi perestgehên xwe tê naskirin rû da. Li gorî agahiyên ku rayedaran dayîn pifdanka hewaya germ ya 20 rêwî lê siwarbûn, piştî teqîna gaze û şwatê pifdank ket zeviyekê.
Di bûyerê de 19 kesan jiyana xwe ji dest da, li gel pîlot turîstek jî rizgar bû. Di nava kesên mirî de hemwelatiyên Fransa, Îngilîstan û Japonya hene.