Li Miseynterê zincîra ji mirovan
Li Miseynterê zincîra ji mirovan
Li Miseynterê zincîra ji mirovan
Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê, zincîra ji mirovan a her roj bi armanca silavkirina berxwedana Kobanê tê avakirin, îro jî dewam kir.
Di çalakiya nobedê ya li gundên Pirsûsê yên li ser sînor, mîna her rojê îro jî zincîra ji mirovan hat avakirin. Di çalakiya îro de xwişka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan Serap Mûtlû û nobedarên ji ciwan, jin, mêr û extiyaran amade bûn. Welatiyan bi destê hev girtin, berê xwe dan Kobanê û dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê", "Kobanê wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "Bijî Serok Apo" û "YPG dimeşe erd û ezman diheje" qîriyan. Di çalakiyê de alên PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di dema çalakiya girseya gel de, balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî bombe li mewziyên çeteyan ên li nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê barandin. Bombebaran bi çepik û dirûşman hat pêşwazîkirin.
Çalakiya zincîra ji mirona wê ji îro û pê ve li gundê Miseynterê her roj saet di 11:00 û li gundê Mehserê jî saet di 14:00 de bê lidarxistin.