Li Minbicê teqîneke mezin rû da -NÛ BÛ
Li navenda bajarê Minbicê teqîneke dijwar rû da.
Li navenda bajarê Minbicê teqîneke dijwar rû da.
Li gorî agahiyan, li navenda bajêr teqîneke mezin pêk hat.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), teqîn li pişt dermanfiroşê li xeraja gundana li herêma başûr a bajêr pêk hat. Hate ragihandin ku 5 sivîl ji ber teqînê birîndar bûn.
Ji birîndaran navên ên hatine hînbûn wiha ne: Mûhammed Abadî (40), Hayel Al-Issa Al-Hîmîdî (35), Fadela Al-Issa Al-Hîmîdî (50) û Amîna Abdel Azîz (40).
Hîn nehatiye hînbûn ku teqîn ji ber çi çêbûye. Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Minbicê li ser teqînê dest bi lêpirsînê kirin.