Li Mîdyatê ji bo Seyfo greva birçîbûnê
Li navçeya Mêrdîn Mîdyatê, di salvegera 100. de ji bo protestokirina Seyfo wê greva birçîbûnê were lidarxistin.

Welatiyên Suryanî ku beriya 100 salî gelê wan rastî qirkirina Împaratoriya Osmanî hat, wê li cihê lê qirkirin hat kirin li herêma Tûrabdînê greva birçîbûnê lidar bixin. Greva birçîbûnê wê îro saaet di 11:00 de destpê bike û bi dirûşma 'Di salvegera 100. de 100 roj' pêk were.
Greva birçîbûnê ya ji aliyê Komîteya Seyfo ve tê organîzekirin wê 4 rojan dewam bike û li lokala Federasyona Komeleyên Suryanî (SUDEF) bê lidarxistin. Komîteya Amadekar da xuyakirin ku greva birçîbûnê ya 4 rojan wê li serdanan re vekirî be.