Li Mexmûrê serpêhatiya perwerdeya bi Kurdî
Li Mexmûrê serpêhatiya perwerdeya bi Kurdî
Li Mexmûrê serpêhatiya perwerdeya bi Kurdî
Perwerdeya bi zimanê Kurdî, li ser esasên pergala Koma Civakên Kurdistanê (KCK) tê meşandin û pirtûkên waneyan jî li ser vî bingehî tên amadekirin.Em behsa wargeha Şehîd Rustem (Mexmûr) dikin. Di pêvajoyeke ku li Bakurê Kurdistanê perwerdeya bi zimanê Kurdî rojeva sereke ye, wargeha Şehîd Rustem dixwaze vê ezmûna xwe bi tevahiya Kurdan re parve bike. Mamosteyên wargehê ji ANF'ê re behsa pergala xwe ya perwerdeyê, ku dê ji niha û pê ve bi modêla modernîteya demokratîk bê meşandin, kirin.
Mamostayê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) konferansa 8. ku 7 rojan berdewamkir de li ser pirsgirêkê perwerdeya Kurdî, ziman û pergala perwerdeya bi Kurdî lidar xist û gihiştin biryarên girîng. Wê li wargeha Mexmûr ji niha û şûn de li ser bingehê sîstema modernîteya demokratîk perwerde were dayîn û wê bi giştî perwerde bi şeklekî demokratîk were bi rêvebirin.
Konferansa ku bi tevlîbuna hemû mamostayên dibistanên wargeha Şehîd Rustem û mevanên ji parçeyên din pêk hat, ji sîstama perwerdeyê heya danûstandina xwendekara pir berfireh nîqaş hatin kirin û ji bo hemû perçeyê Kurdistanê perwerdeyeke hevbeş bê meşandin biryarên girîng hatin girtin.
Mamostayên wargeha Şehîd Rustem ku ew demeke dirêje ji bo sîstem û perwerdeya bi Kurdî amadekariyê pirtûkan dikin, bi konferansê di aliyê perwerdeya bi zimanê dayikê de gihiştin asteke pir bilind.
Demeke ku zêdeyî 20 milyon Kurd hîn li Bakurê Kurdistanê nikarin bi zimanê dayikê perwerde bibînin hewldan û xebatên mamosteyên wargehê bi qasî ku watedarin ewqas jî ji bo kes û saziyên ku ji bo zimanê Kurdî bixwazin perwerde bidin mînakin.
DI ŞERT Û MERCÊN PENABERIYÊ DE LÊGERÎNA PERWERDEYÊ DESPTÊ KIR!
Me bi mamosteyên wargeha penaberan ku hem tev li konferansê bûn û hem jî di nav pergala perwerdeyê de cihê xwe digrin, pirs û siwala gelo perwerda zimanê Kurdî ku li Maxmûr tê meşandin di kijan şert û mercan de destpêkirin û gihiştin ku derê kirin. Mamosteyên ji ANF’ê re axivîn dan diyarkirin ku ti şert û merc nikarin bibin asteng li ber perwerdeya zimanê Kurdî û mînaka herî berçav wargeha Mexmûr dest nîşankirin.
Yek ji mamosteyên kevin ê wargehê ku cihê xwe di nav dîroka perwerdeya Mexmûr de digire û koordinasyona perwerdeya berê bû momoste Mihemed Nûrî Babat ji me re perwerdeya wargehê ji ku destpêkir û niha li ku derê ye nirxand. Mamoste Nurî çîroka perwerdeya wargeha Mexmûrê wiha vegot; “Em wekî kesên ku ji ber zilma dewleta Tirk di sala 1994’an de ji gundê xwe koçberî Başûrê Kurdistanê bûyîn, piştî em derbasî kampên Şeranîş, Bihêrê û kampên cûdabûn me ji bo zarokên biçûk pêwistî bi perwerdeyê dît û em ketin nava lêgerînê.” Mamoste Nurî wiha berdewam kir; “ Destpêkê wekî qursan di astekî kêmde perwerdeya me di hat dayîn.”
DI NAVA BÊ DERFETIYÊ DE PERWERDEYÊ DESTPÊ KIR
Piştî em hatin Etrûşê pêwîstiya perwerdeya zarokan bêtir derkete pêş. Destpêkê perwerdeyê nezî 10-15 mamosteyên ku hin tam mekteba mamostatî ne qediyandine û hinek qedandina perwerde hat destpirin. Destpêkê armanca perwerdeyê ew bû ku em zarokan ji kolana bînin û di nava sîstemekê de bi cih bikin bû. Me di nava pir bê derfetî û bê tecrûbe de hema bêje ji sifrê dest bi perwerdeyê kirin. Derfetekî ku em zarokê di şert û mercên penaberî de bidin xwendin tinebûn. Yek pirtûk di destê me de tinebûn.
Zivistan sir û seqamê di bin çadira li ser bataniya û heger hebe parçeyek textê reş me dest bi perwerdeyê kir. Perwerdaya wargehê me ji seretayî dest pêkir. Her çiqas çû hem tecrûbê me çêbûn, hem jî em li derfetê baştir geriyan.
Piştî hin tecrûbeyê me çê bûn pêwistiya navîn derketin pêş. Me biryar da ku em dibistana navîn jî vekin. Bi demê re bar û erkê ku dikevin ser milê me zêdetirbûn. Bi salan dijmin li ser gelê me asîmîlasyon û otoasîmîlasyon berdewam kiribû ew rastî pêwîstiya ku em karê perwerdê zêdetir bikin di derket holê. Şertê ku em têde bûn em dixistin nava zoriyan. Lewra zirûfê em têde zirûfê şer, penaberî û zirûfê psikolojiya penaberî hebû. Ev psîkolojî ji malbatan heya mamoste û xwendekaran diderket pêş.
PIRTÛKÊN DIBISTANAN BI DESTA HATIN NIVÎSANDIN
Ji malzeme kirtesiye bigre heya cîh û şert û mercên piskolojîk em têv de dersa bidin pir kêm bû. Ji ber pirtûk nebûn me pirtûkê dersa bi destan dinivîsandin. Yek pirtûkê me hebû ji ber wê jî me havînê pirtûkên xwe bi destan dinivîsand, bername amade dikirin û bi wî şeklî me dest bi perwerde dikir.
Pergala rûniştina perwerdeyê di wargeha Şehîd Rustem de çêbû. Sala 1998’an em hatin vê wargehê, di destpêkê de şertê vê wargehê pir zahmet bûn. Ji derve ti alîkarî nedihat dayîn û şertê wê yên cografî pir zahmet bûn.
Bi tevlîbûna gel, xwendekar û mamosteyan me encex karîbû, cihê perwerdê ji kevir û axê çêbikin. Kursî û mêz (masa) jî me ji kerpîça çêkir. Piştî ev biryara me derkete pêş û me di perwerdê de israr kir, bala derve ya hikûmeta Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî kişand û hin alîkarî dan me. Me her sal, her du sal yek dibistan amade kir. Lê mase û kursiyî ne di anîn ji mere.
JI DEST NIVÎSÎNA PIRTÛK GIHIŞTÎN PELÊ REŞ !
Di destpêkê de pir xwe giran dikirin û alîkarî nedidan. Pir caran em di xistin nava zoriyê di gotin dibe dev ji wî karî berden. Lê piştî ku dîtin ku em pir cidîne û emê berdewam bikin, hîn nû alîkarî dane me. Israra gel û daxwazê hişt ku em di milê plansazî hin gava bavêjin. Sazûmaniya ku me bi perwerde dest pêkir hêdî hêdî bi pêş ket.
Derfetê me hîn zêdetir bûn û me pêwistî dît em di aliyê sîstem de hîn guhartinan çê bikin. Rengê pelê reş jî bê me pirtûk li ser kompîtûrê derxistin û dan xwendekarên xwe. Bi demê re barik din hîn girantir ket pêşiya me. Sîstema perwerdeya bi zimanê dayikê, ku dijmin dixwaze bi qirkirina çandê tine bike û dibêjê ‘ev ne zimanê perwerdêye’ ji bo em wê îdîaya dijmin vala derxin di hemû beşan de bi zimanê dayikê me perwerde destpêkir û bi serkeftî me encam girtin.
PERGALA PERWERDEYÊ JI HEMÛ KURDA RE DIBÊ MODEL!
Asta ku em niha di şert û mercên penaberî de gihiştinê ji sosyoloji bigre heya fîzîk, kîmya, biyoloji û felsefe hemû dersa em bi zimanê dayikê didin. Em dikarin bi hêsanî bêjin ku asta em gihaştine dikare ji bo pergala perwerdeyê ya tevahiya gelê Kurd modêleke.
Bi tevlîbûna mêvanên me yên ji derve jî, em konferansan çêdikin. Bi tevlîbûna ji herçar parçayên din ku beşdarî konferansê bûne em dixwazin ku em tecrûbe û modela xwe bikin malê giştî. Ji bo hemû Kurd jê feyde bibînin. Niha em di wê pêvajoyê dene. Li ser wî esasî pirtûkê me amadekirin me rêkirin Bakur, Rojava û me li Başûr belav kir. Li ser vî bingehî civînê me bi beşên din re çêdibin. Ev civînê me ji bo rêzik ziman û sistema perwerdê de, di mûfredatê de disa şêwazê nêzîkatî de perwerdê û feresat de ji bo ku hevbeşiyek çêbibê hewldanên me hene. Civîn û konferans em ji bo vê giring dibînîn.
Cudabûna perwerdeya me ya ji modernite kapitalist herî sereke, em perwerdeya xwe li ser bingehê felsefeya, paradigma Rêber APO ku civakek paradigma ekolojik, demokratik û azadiya jinê diparêzê û li ser esasê ahlaqî û polîtîk em perwerdeya xwe didin. Ev rêbazê ku em didin bikaranîn di hemû beşên perwerdeyê de fîzik, jinolojî, ekolojî û sosyoloji nêzikatiyên me bi vî rengine.
Armanca me di nifşê nû de, ne li ser beşekî yekalî xwe kûr bike û pîşeyekê bi dist bixe. Armanca me di wê derê de nifşê ku em çedikin hemû beşe de xwedî zanist be. Di bingehê xwe de afirandina mirov bingeh bigre. Perwerdeyê mirovekî ku civakê çêbike û bi parêzê bingeh bigre. Ne ez ezî têde kur be. Li ser vî esasî em perwerdeyekê dimeşînin. Îddîaya konferansê ku sistema ku heye bi pêşbixe û xurttir bike.
HEMÛ MAMOSTE DI ŞERTÊN PENABERIYÊ DE JIYANE
Yek ji kesên ku di nava pergala perwerdeya Mexmûr de cih digre mamostên perwerdaya zimanê dayikê Jiyan Ûrek. Jiyan Ûrek ku hin temenê wê ne pir mezine jî dinav şert û mercên wargehê de mezin bûye û di temenekî ciwande dest bi mamostatiya perwerdeyên zarokan kiriye. Taybetmendiyên hevbeş ên hemû mamosteyên li wargehê hene, hemû mamoste şert û zirûfên li ser axa xwe penaberî jiyane û niha di nav pergala perwerdeyê de cihê xwe digrin. Em çîroka mamoste Jiyan pêwîst nabînin li wir ragihînin lewma çîroka penaberî hevbeşe, emê tenê li ser perwerdeya zarokan a ka wekî mamosteyeke ciwan çawa û di çi şert û mercan de perwerde didin, nêrînên wê bigirin.
Mamosta Jiyan dibêje, wekî her zindî pêwistiya mirov di serî de fêrbûna jiyanê heye; “em jî zarokên di dest bi perwerdê dikin di serî de em wana fêrî jiyanê dikin.” Û wiha beredewam dike; “zarokê nû ji dayika xwe qut dibe pêwîste di serî de fêrî jiyanê bibe, disa fêrî dayîn û sitandina derve û têkiliya bi hevalê xwe re bibe. Bi kurtayî zarokê ji dayika xwe di wextê di serî de pêwîste cîhana derve bizanê û li gora vê bê perwerde kirin. Em di serîde rêbazekî wisa esas digrin.
ZAROK JI ÇÛKANIYÊ ŞIKIL DIGIRIN
Dema zarok tên dibistanê em dixwazin rûpelekî nû bi şêwazê fêrkirinê em wan tev li jiyana heyî bikin. Heger zarok di serî de şeklekî esasî negirê êdî heya dawiya jiyanê ewê kurt û kêmasî bijî. Di hemû civakê de perwerdeya herî sereke perwerdeya jiyanê ye. Heger ev perwerde rast bê dayîn însan wî çaxî dikare li ser wê bingehê kesayetî ava bike, çand û exlaq têde bide runişkandin.
Piştî me zarok fêrî dayîn û standina derve kirin û şûnde em rêya fikirandinê bi pêş dixin. Dîsa tiştê herî pêwîst zarokên nû dest bi perwerdeuê dikin peywiste çand û exlaqê civakê bizanibe. Em dixwazin zarokê xwe bi çand, exlaq û dîroka xwe mezin bikin. Çand û dîrok em ji mal didin dest pêkirin. Bi wî awayî zarok dest bi naskirinekê dike.
Perwerdaya me di heman demê de zaroka di aliyê psikolojik de jî ji bo naskirina civaka ku di nav de di jî amade dike. Dema perwerde bi wî rengî bi pêş dikeve zarok hin bi bîr û bawer dibin. Piştî dema yek û şûn de gava zarok ji navbera 15 divegerin û şûnde jî em êdî wana hedî hedî ji bo dibistana seretayî amede dikin.Ji zahmetî zêdetir em dixwazin kêrhateyên wanî naskirin û girtina perwerdê derxin pêş. Li aliyekî din karin bigrin ji girtina pênûs bigre heya dane naskirina tîpa edî em didin zarokan. Ji xwe piştî ku em dane naskirin hat pêk anîn û şunde fêr kirin pir rehet dibe. Zarok ji tiştên derve ji bo bandor dibe em di xwazin bingehê wan tiştên ku zaroka bandor dike ji holê rakin.
EM ZAROKAN HÎNÎ ÇAND Û HUNERÊ DIKIN
Ji ber zarok ji bo xwendin û nivîsînê bêne amadekirin di serî de çîrok, helbest û ji vanre dibêjin û bi wan vekî çizgi film didin temaşekirin. Bi wî şêwey di zarokada fehm bi pêş dikevê. Ji bo pêşketina zarok werzîş ciyekî giring digre serê sibehê em werziş didin.
Dema em zarok bûn şert û zirûfên penabertî derfet nedidan ku em herin dibistana û xwe perwerde bikin lê em dixwazin wî şansî bidin zarokan. Niha sîstema kapîtalîzm jî dixwaze zarokan ji bo berjewendiyê xwe şekil bike. Lê em di xwazin zarokê xwe li ser esasê zihniyet û şexsiyetê sîstema demokratîk modernîte perwerde bikin û şexsiyet di wande avabikin. Ji bo wê rastiyê jî em çand û hûnera bi zarokan didin naskirin.
Dema em dipirsin hûn ji kû derê ne dibên em ji Mexmêr’ê ne. Lê em ji zorokan re dibêjin hûn gundê we Mexmûr e. Em gundê wan bi wan didin naskirin. Em ji zarokan re dibêjin gava hûn çûn mal ji dayik û bavê xwe gund û welatê xwe bipirsin. Bila dayik û bavê zarokên Kurdan ji her tim û warê xwe bi zarokê xwe bidin naskirin.
SEDEMEK JI BO PERWERDE NEYÊ DAYÎN, NÎNE
Me di şert û mercên herî zahmet de dest bi perwerdê kir. Heger gelek bi xwazê xwe li ser piya bigre peywiste xwe mûhtacê ti kesî nekê. Ez wê rastiyê ji bo gelêmeyî Bakûr di bêjim. Bedêla ku xwe li bendeyê dewleta bihêlin gere her mal bibe dibistanek. Tiştên dewlet bide ji bo perwerdaya zikmakî wê xizmetê ji dewletê re bike. Gere gel xwe bi xwe sazî avabike ku bingehê wê çand û hûnerê gel têde hebê.
Dibistana meyî qampê ya destpêkê Şehît Sara avakiribû. Gerek em helvest û tekoşîna ji bo perwerdê di asta jorde berdewam bikin. Ev ne daxazeke ji rêzê daxazîke sereke ku nebê nabê. Gere dayîk û babê Kurd bi wî şeklî nêzî perwerda zimanê Kurdî bibin. Bi qasî ji dayik û baban tê bila zarokan li ser fikr û ramanê rêbertî bidin xwendin û wan bi wî şeklî mezin bikin.
ZIMAN DI SÎSTEMA PERWERDEYÊ DE BINGEHÎNE
Yek ji mamosteyên beşdarî konferansê bûye, mamostaya dibistana seretayî Nerinç Gûrgen’e. Wekî momosteyeke jin a dibistana seretayî de çi esas digrin û perwerdeyeke li ser çi sîstemê didin Gûrgen got, “em berî her tiştî zimanê dayîkê û pê ve girêdayî sîstema li ser hatiye avakirin esas digrin.” Mamostaya jin di axaftinê xwe de anî ziman ku ev ne tenê wekî perwerde digrin dest û ew di xwazin di aliyê şexsiyet de kesayetîkî ava bikin.
Gûrgen; “her sîstem kesayetên li gora pêdiviyê xwe bi perwerdeyê amade dike. Em wekî wargeh bingehê perwerdeya xwe li ser esasê îdeolojî, fikir û ramanê Rêber APO esas digrin. Ji bo perwerde bigihêja armanca xwe di serî de em dixwazin kesayetiyê avabikin. Ji bo wê jî xwe naskirin, civaka xwe naskirin bingehîne. Sîstema ku em avadikin de hem mamosta hem jî xwendekar berpirsiyarin.
Ji bo perwerdeya demokratik konfederal bê avakirin em pêwist dibînîn sîstema perwerdeya Koma Civakên Kurdistan esas bigrin. Di bingehê perwerdeya me de ji heqîqet û exlaq esase. Pirtûkên perwerdê ji li ser wê sîstemê û bingehên wan ji pareznama Rêber esas digrin. Kesayet ji bo sîstemê pir esasa em jî kesayet digrin dest û li ser wê rastiyê plan û projêyê perwerdê dixwazin bidin meşandin. Kesayetekî bi exlaq û polîtîk em esas digrin. Ne tenê bê bi kevê perwerdê û biçe li derve li naw gel û civakê kesayetekî ketîbê. Perwerde wê denga civakî li ser polîtîk û exlaq digrê.
TECRÛBE Û BERHEMÊ DERKETINE EM BIKIN MALÊ GELÊ KURD
Di konferansa me de gelek biryarên nû esas hatin girtin. Ji sîstemê bigre heya rêveberiya dibistanan dîsa ji şêwazê perwerdeyê bigre heya tekîliyê xwendekar û mamosteyan bigre bi şêweyekî berfereh nîqaş hatin kirin û biryar hatin girtin.
Nîqaş û biryarên ku li vir hatin girtin ne tenê ji bo perwerde û sîstema wargeha Mexmure. Bi tevahî ji bo peywistiya perwerdeya zarokên Kurdaye. Em di xwazin tecrûbe û berhemê li vir derketine bi tevahî parçayê Kurdistanê re par bikin û bixin malê gel. Bi salan me di tinahiye de di şert û zirûfê li ser axa xwe penaberî de perwerda xwe avakir. Awakirina perwerdeya zimanê Kurdî jî di wan şert û merca de şekil girt û gihişte astekê ku hemû gel di karê jê sût bigre. Madem ev îmkanet û tecrûbe çêbûye çima em bi gelê xwere par nevekin.
Ji ber wê peyvistiyê me hemû tişt ji nû ve li ber çava girtiye û sîstem li gora wê me avakir. Em di wê konferans barê ku pêywistiya gelê me pê heye em digrin ser milê xwe û em di xwazin bigihin encamekî baş.
Li Bakurê Kurdistanê gelême daxwaziyê zimanê zikmakî dike. Lê em di karin mînaka wargeha Mexmûr şanî herkesi bikin. Bila gelême xwe li hêviya sîstema perwerdeya dewleta Tirk nehîlê. Bila sazî û dezgehê xwe bi xwe avabike û bi rêvebibe. Dewleta Tirk wekî dijmin nêzî gelê Kurd dibe gere gelême li gora wê rastiyê xwe amade bike û ti hêvî ji dijmin nekê.
DI PERWERDEYA KONFEDERAL DE JIN CIHEKÎ BINGEHÎN DIGRE!
Beriya em konferansa mamosteyan lidarxin konferansa xweser a jinan hat li darxistin. Di vir de jî bi teybet rola jîn di perwerdê de çiye. Gelek li ser hat nîqaşkirin û dest nîşankirin ku jîn çava di sîstema konferal a demokratikte ciyekî bingehîn digre pêwîste di sîstema perwerdê de jî heman erkî bigre. Em bahsa sîstema konfederal a demokratîk dikin ku alternetîfa sîstema kapîtalîste.
Li wê rastiya sîstema me ya konfedaral jin di perwerdeya me de cihekî sereke û roleke sereke digre. Di milê pratîkî dejî di derkevê holê refên ku zilam digrin û refên ku jin digrin feriq û cûdahiya wê heye. Berî hertiştî psîkolojîya zarokekî jin behtir fam dike. Wî çaxî em di karin bêjin di sîstema perwerdeya me de rol û erkê jinê cude û zêdene. Em jî li gor wê rastiyê emê tevlî perwerdê û sîstemê bibin.