Li Mêrsînê ji bo piştgiriya gireva birçîbûnê meş

Li Mêrsînê ji bo piştgiriya gireva birçîbûnê meş

Li Mêrsînê ji bo piştgiriya çalakiya gireva birçîbûnê ya 21 girtiyên siyasî ku li Girtîgeha Tekîrdagê û Girtîgeha Zarokan a Sîncanê dane destpêkirin û ji bo êrîşa li dijî welatiyên Cizîrê şermezar bikin meş pêk anîn.

Bi sedan ciwanên aktîvîstên Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Şoreşger ku li taxa Şefket Sumerê ya Akdenîza Mêrsînê rûyên xwe girtin, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girevê û êrîşên polîsan ên li Cizîrê şermezar bikin meş pêk anîn. Aktîvîstên YDG-H'ê ji bo piştgiriya çalakiya gireva birçîbûnê ya 21 girtiyên siyasî ku li Girtîgeha Tekîrdagê û Girtîgeha Zarokan a Sîncanê dane destpêkirin û êrîşa li dijî welatiyên Cizîrê şermezar bikin meş pêk anîn.

Komê di meşê de pankarta "Em berxwedana li zindanan silav dikin" vekirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û Konfederalizmê vekirin. Komê bê navber siloganên "Bijî berxwedana zindana" qîr kir û sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Komê piştî demekê meş pêk anîn bi siloganan belav bûn.