Li Mersînê dê bi BDP'ê beşdarî li hilbijartinan bê kirin
Li Mersînê dê bi BDP'ê beşdarî li hilbijartinan bê kirin
Li Mersînê dê bi BDP'ê beşdarî li hilbijartinan bê kirin
Hat ragihandin ku li Mersînê dê bi BDP'ê beşdarî hilbijartinên herêmî yên 2014'an bê kirn.
Komîsyona Hilbijartinê ya Rêxistina BDP'ê ya Mersînê der barê hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014 û serlêdanên namzetiyên ji bo namzetan li avahiya BDP'ê ya Bajêr civîneke çapemeniyê lidar xist.
Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Înan Kizilkaya da xuyakirin ku armanca wan hilbijartina şaredar an jî endamên meclîsa şaredariyê nîne û got, "Armanca gelê Kurd û dostên gelê Kurd projeya 'Komara Demokratîk, Xweseriya Demokratîk' e. Hilbijartinên herêmî yên piştî 5 mehên din dê derfetên bicihanîna 8 aliyên Projeya Xweseriya Demokratîk biafirîne. Çawa ku projeya 'Xweseriya Demokratîk' a li bi hevkariya hemû gelan li Rojava derketiye holê ji Rojhilata Navîn re bûye modêl, vîna ku emê li Mersînê derxînin holê jî, wê ji bo Tirkiyê bibe modêlek."
Kizilkaya diyar kir ku ew hilbijartinên herêmî, ji bo bicihanîna projeya 'Xweseriya Demokratîk' weke qonax û referandûmê dibînin û got, "Li ser vê bingehê me bi hevalên xwe re bi şiyara 'Derya Spî ya me ye, emê biparêzin, emê Torosan qezenç bikin, emê bibin hevparê bajarê mezin' lez dane xebatên xwe. Emê serlêdanan jî ji namzetên ku bi vê projeyê bawere û serketin kiriye armanca xwe, werbigirin."
Kizilkaya da xuyakirin ku ewê li Mersînê bi BDP'ê beşdarî hilbijartinên herêmî bibin û got, "Bi BDP'ê beşdariya me li hilbijartinên herêmî nayê wateya li derve hiştina HDP'ê. BDP tê wateya HDP."