Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Mêrsînê binçavkirina xwendekarên ODTU’yê hate şermezar kirin

Li Mêrsînê binçavkirina xwendekarên ODTU’yê hate şermezar kirin

Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê ji bo binçavkirina xwendekarên ODTU şermezar bikin çalakî pêk bînin. Xwendekaran xwest hevalên wan serbest bên berdan.

Nêzî 100 xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, ji bo piştgiriyê bidin hevalê xwe yê hatin binçavkirin bi pankarta "Niha her der ODTU ye. Bila hemû serbest bên berdan" û dowîzên "Tayyip bicehnime, zanîngeh yên me ne" "Faşizma kevneperest, hevkarê wê AKP" û "Li dijî faşîzmê mil bidin mil." rakirin.

Xwendekar li ber avahiya Egîtîm Senê li hev kom bûn û sloganên "ODTU li ber xwe dide" "Zanîngeh yên me ne, dê bi me azad bibin" û "Her der ODTU li her derê berxwedan" bilind kirin û heta avahiya şaredariyê meşiyan. Li ber şaredariyê li ser navê xwendedarên Zanîngeha Mêrsînê Deniz Gozde Ozturk daxuyanî xwend.

Ozturk diyar kir ku, berxwedana xwendekarên zanîngeha ODTU berxwedana hemû zanîngehane û we vê êrîşa li dijî xwendekaran şermezar dikin. Ozturk destnîşan kir ku, yên van êrîşên pêk tînin hikûmeta AKP'ê ye û xwest bi lezgîn xwendekarên hatine binçavkirin serbest bên berdan."