Li Mêrsînê 9 polîs hatin berdan

Li Mêrsînê 9 polîs hatin berdan

Li Mêrsînê ji 26  polîsên ku di çarçoveya lêpirsîna ku guhdarkirina derveyî qanûnê de hatibûn binçavkirin 9 kes hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna ku serdozariya Komarê ya Mêrsînê dabû destpêkirin de der barê 27 polîsan de biryara girtinê hatibû derxistin û 23 polîs hatibûn binçavkirin û duh jî 3 polîs teslîm bibûn. Ji 26 polîsên ku hatibûn binçavkirin 9 polîs piştî îfadeyên wan ên midûriyeta polîsan hatin berdan. Lêpirsîna 17 polîsan jî berdewam dike.