Li Mêrdînê 4 kes ji ber Covîd-19 mirin
Ji ber vîrûsa Koronayê li Mêrdînê bi kêmanî 4 kes mirin.
Ji ber vîrûsa Koronayê li Mêrdînê bi kêmanî 4 kes mirin.
Li Mêrdînê herî dawî Verdê Çetîn ji ber şewba Covîd-19 mir. Berî Çetîn Cîhat Çetîn ê 64 salî miribû. Her du jî li navçeya Qoser dihatin dermankirin.
Bi vê yekê re li Mêrdînê kesên ji ber vîrûsa Koronayê mirin hejmara wan gihişte 4’an.
Berî niha li navçeya Midyat H. Nûrî Ercan (66) û li navçeya Artûklû yê jî Ridvan Kaya (70) jiyana xwe ji dest dabûn.
Nayê zanîn ev kesên mirin di nava bîlançoya Wezareta Tenduristiyê ya Tirk de hene an ne. Di bîlançoya roja 1’ê Nîsanê hatibû ragihandin de li Mêrdînê ti mirinek nehatibû diyarkirin, tenê hatibû îdîakirin ku 34 kes bi vîrûsê ketine.