Li Mêrdîn û Êlihê piştgiriya bo boykotê
Li Mêrdîn û Êlihê piştgiriya bo boykotê
Li Mêrdîn û Êlihê piştgiriya bo boykotê
Rêxistinên bajêr ên Êlih û Mêrdînê yên BDP’ê diyar kirin ku wê piştgiriyê bidin boykotkirina dibistanan a ji bo astengiyên li pêşiya “Perwerdeya bi zimanê dayikê” rabe wê bê kirin. Hevserokê Rêxistina Mêrdînê ya BDP’ê Reşat Kaymaz wiha got: "Zarokên kurdan di dibistanên dewletê de ji zimanê xwe yên dayikê tên dûrxistin û xerîbkirin.”
Rêxistina BDP’ê ya Êlihê têkildarî daxwazên “Perwerdeya bi zimanê dayikê” li avahiya bajêr civîneke çapemeniyê li dar xist. Ligel rêveberên bajêr û navçeyan ên BDP’ê şaredar, alîkarên şaredar û endamên meclîsa şaredariyê jî ku amade bûn Alîkarê Şaredarê Êlihê Mustafa Tugyildiz daxuyanî da. Tugyildiz anî ziman ku ji damezirandina komara Tirkyeyê heta roja îro li hemberî kurdan polîtîkayên red û înkarê di qada perwerdeyê de jî bi awayekî bêrehm tê meşandin û wiha axivî: “Perwerdeya bi zimanê dayikê daxwaza hemû kurdan e. Reva ji vê daxwaza rewa li dijî aqil, mantik û zanistê ye. Em dixwazin ev qanûna antî-demokratîk bê guhertin û perwerdeya bi zimanê dayikê tavilê bikeve bin mîsogeriya destûra bingehîn.”
MÊRDÎN
Rêxistina BDP’ê ya Mêrdînê jî têkildarî daxwaza “Perwerdeya bi zimanê dayikê” li avahiya rêxistinê daxuyaniya çapemeniyê da. Ligel gelek hemwelatiyan rêveberên bajêr û navçeyan ên BDP’ê, endamên MEYA-DER , Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku başdarî civînê bûn dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”hatin berzkirin. Hevserokê Rêxistina BDP’ê Reşat Kaymaz ê daxuyanî da anî ziman ku zarokên kurdan di dibistanên dewletê de ji zimanê xwe yên dayikê tên dûrxistin û xerîbkirin. Kaymaz got ku daxwaza wan ne tenê ew e ku zimanê kurdî bi zimanê fermî û wiha got: “Em dixwazin tevayî zimanên li vî welatî bibin zimanê dayikê. Em ji tevayî ol û zimanan re hurmetdar in. Em dixwazin her kes bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe bibîne. Di nav ‘Pakêta demokratîkbûyînê” ya wê hikûmeta AKP’ê di rojên pêşiya me de aşkera bike de em tu xalên ku heq û huqûqê gelê kurd digire nav xwe nabînin.”
Kaymaz di axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e hikûmet demildest gavên berbiçav biavêje û wiha berdewam kir: "Eger li vî welatî careke din şer rû bidin, berpirsiyar ne gelê kurd, zîhniyeta faşîst a AKP’ê ye. Ji bo zîhniyeta faşîst bê guhertin banga me ji bo gelê me ev e: hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanan.”