Li Meletiyê 5 kesên din jî hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Meletiyê de 5 kes hatin destîgkirin, li gel van hejmara kesên hatin destgîrkirin gihişte 11’an.

Di çarçoveya lêpirsîna qirkirina siyasî ya derbarê delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Meletiyê duh avêtibûn ser avahiyan û Alî Pîro, Azat Încesû, Fatma Încesû, Husamettîn Kûrtûltay, Saît Pektaş û Alî Yilmaz hatibûn destgîrkirin.

Di avêtina ser malan a polîs û leşkerên Tirk a îro de hevserokê HDP’ê yê navçeya Akçadagê Mahîr Aslan, Abûzer Adiyaman, Bîrgûl Dogan, Azîz Dogan û Basrî Aslan destgîrkirin. Her 5 birin Midûryeta Emniyetê.