Li Meksîkayê li dijî ceza nedayîna kuştinên rojnamevana bertek

Li Meksîkayê li dijî ceza nedayîna kuştinên rojnamevana bertek

Komîsyona Mafê Mirovan ya Netewî ya Meksîkayê bang li hikumetê kir ku, li dijî cezanedayîna kuştina zêde ya li hemberî rojnamevanan bêhtir bikeve nava hewildanan.

Li Meksîkayê ji sala 2000’an ve heya niha herî kêm 84 rojnamevan hatin kuştin. Ji sala 2005’an ve 20 rojnamevan windabûn, li dijî 39 buroyên çapemeniyê êrîş pêkhatin.

Li dijî kuştinên rojnamevanan heya niha tenê di 12 bûyeran de kiryar hatine ceza kirin. Li gorî Komîsyona Mafê Mirovan, ev tê wateya ji sedê 91’ê kuştinên li dijî rojnamevanan bê ceza dimînin.

Komîsyonê bang li hikumetê kir ku, li dijî kuştinên rojnamevanan bikeve tevgerê û hikumet hişyarkir ku, eger pêşî lêneyê girtin dê êrîşên li dijî rojnamevanan zêdetir bibin.

Meksîka ji bo rojnamevanên lêkolîner di cîhanê de welatê herî bixeter tê naskirin. Pevçûnên ku her sal di navbera kartelên madeyên hişber û hikumetê de derdikevin û dibe sedema mirina bi hezaran kesî, her wiha rojnamevanên ku van bûyeran lêkolîn jî dikin piraniya wan têne kuştin. Di piraniya lêpirsînên kuştinan jî weke ‘kuştinên nayên çareserkirin’ tê binavkirin û dosyayan radikin.