Li Meclîsê derbeya qeyûm tê protestokirin
Parlementerên DEM Partiyê, li Meclîsê bi dirûşmeyan derbeya qeyûm protesto dikin.
Parlementerên DEM Partiyê, li Meclîsê bi dirûşmeyan derbeya qeyûm protesto dikin.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina şaredariyan û tayînkirina qeyûman li Lijneya Giştî ya Meclîsê nerazîbûn nîşan dan. DEM Partiyan li maseyan xistin û dirûşmên “Qeyûm wê biçin gel wê bên” û "Qeyûm derbe ye" berz kirin.
Li ser protestoyê, Gulîzar Bîçer Karaca ya CHP’î 10 deqeyan navber da rûniştinê. Piştî navberê jî protesto domiya û li ser vê yekê dîsa navber hate dayin.
Çalakiya DEM Partiyiyan piştî rûniştina duyemîn jî domiya.