Li Mannheîmê ji bo gerîlayên HPG’ê û TÎKKO’yê mîtîng

Li Mannheîm a Elmanya ji bo şervanên HPG’ê û TÎKKO ku di şerê dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan bername û mîtîngek hate çêkirin.

Li Dersimê 10 gerîlayaên HPG’ê û 12 gerîlayên TÎKKO bi rengekî hovane hatibû qetilkirin, li dijî vê li Mannheîmê çalakiyeke şermezariyê hate kirin.

Di mîtîngê de hemû şoreşgerên ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn, li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de li ser navê ATÎK û Partîzan peyam hatin dayin, şehîdên Gulanê hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de nûnerê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, AGÎF, ADHK, ATÎK, Devrîmcî Partî û SYKP’ê hazir bûn.