Li Manîsayê doza Gezî

Li Manîsayê doza Gezî

Li Manîsayê bi hinceta ku tevlî çalakiyên protestoyî ên Parka Gezî bûne di derbarê 183 kesan de doz hate vekirin.

Li Manîsayê bi hinceta ku tevlî çalakiyên protestoyî ên Parka Gezî bûne di nav de sendîkavan, endamên lijneya rêveber ya odeyan, serokên komele û sendîkayan jî heyî bigiştî derbarê 183 kesan de doz hate vekirin.

183 kesên li navendên polîsan di meha Tebaxê de îfade dan, dozgerê komarê yê lêpirsînê birêve dibe bihinceta ku “organîzekirina civîn û xwepêşandanên der-zagonî, rêvebirin, tevlî tevgerên vana bûyîn”, “bê çek tevlî civîn û meşên der-zagonî bûne û li rexmî banga belav jî bibin belav nebûne” doz derbarê van kesan de vekir. 183 kesên doz derbarê wan de hate vekirin, dê 13’ê Çileya 2014’an bi awayê 40 kesî li 3’mîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê biçin pêşberî dadger.