Li Manîsayê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da

Li Manîsayê di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de bombeya li kêleka rê hatibû bicihkirin, teqiya.

Li navçeya Manîsa Somayê, teqemeniya li kêleka rê ya li herêma Soma-Kirkagaçê hatibû bicihkirin, bi navberê hat teqandin.

Di bûyerê de li gorî agahiyên destpêkê binefserek birîndar bûye.

Gelek polîs, ekîbên tenduristî û arkujiyê çûn cihê bûyerê. Bajar li ketin û derketinê hat girtin.

Hat îdîakirin ku wesayîta jendermeyan ji ber îxbareke sexte çûye herêmê.

Waliyê Manîsayê Erdogan Bektaş piştrast kir ku li ser rêya Soma-Kirkagaçê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû daye.