Li Malmoyê avabûna PKK’ê hate pîrozkirin

Salvegera 40’emîn a PKK’ê li bajarê Malmoyê yê Swêdê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

Li eywana pîrozbahiyê alayên PKK’ê, portreyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şervanên şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdan û wêneyên sê şoreşgerên jin hatin daliqandin ên ku li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk hatibûn qetilkirin.

Di çalakiye de li ser navê rêxistinên civakî yên sivîl daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku ji roja ku PKK ava bûye û heta niha di 40 salan de bûye girseyî û PKK ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo Rojhilata Navîn têdikoşe.

Di çalakiyê de qedexeyên li ser PKK’ê yên ku welatên Ewrûpayê kirine hatin şermezarkirin û hate xwestin ku bila PKK ji nav lîsteya rêxistinên terorê were derxistin.

Girseyê li ber stran û sirûdan govend gerandin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Erdoganê faşîst’ berz kirin.