Li Mahabadê li Kurdekî cezayê darvekirinê hat birîn

Li Mahabadê li Kurdekî cezayê darvekirinê hat birîn

Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Mahabadê, dadgeha Îranê cezayê darvekirinê da Kurdekî bi navê Mûhammed Abdûllahî.

Li gorî Radyoya Zamaneh, Mûhammed Abdûllahî, bi tawanbariya "Mûharebeh" (Şerê li dijî Xweda) bi cezayê darvekirinê hatiye cezakirin.

Abdûllahî di 24'ê Adara 2010'an de hatibû girtin û li girtîgeha navendî ya Mahabadê hatibû bicihkirin. Birayê wî Mûhammed Emîn Abdûllahî jî beriya 8 mehan hatibû girtin û bi heman tawanbariyê lê cezayê darvekirinê hatibû birîn. Li Îranê ev tawanbarî gelek caran li dijî mûxalîfan tê bikaranîn.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe ya beriya demeke kurt de xwestibû, bicihanîna cezayê darvekirinê yê li çar Kurdan hatiye birîn, bê rawestandin. Rêxistina Efûyê ragihand ku Cemşît Dehganî, Cîhangîr Dehganî, Hamed Ahmedî û Kemal Molayî bi sedema ku melayekî pêwendiya xwe li gel dewleta Îranê heye di sala 2009'an de kuştine û bi vê tawanbariyê hatine girtin. Rêxistinê diyar kiribû ku dibe ku di nava çend rojan de Kurdên mijara gotinê bên darvekirin û xwestibû her çar Kurd li gorî pîvanên navneteweyî ji nû ve bên darizandin.

Li gorî daneyên Rêxistina Efûyê, li Girtîgeha Rajaî Şahr 26 mehkûm li benda darvekirinê ne û piraniya van jî Kurd in.