Li Lubnanê operasyona qirkirina siyasî hate protestokirin

Li Beyrût a paytexta Lubnanê ji bo piştgiriya gelê Bakur û qirkirina siyasî ya li Kurdistanê protesto bikin çalakiyek hate lidarxistin.

Eleqeyek mezin ji bo çalakiya ku ji aliyê komaleyên Kurd ve hatibû organîze kirin hate nîşandan .Di çalakiyê serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parlementerê HDP’ê û hemû girtiyên siyasiyên Kurd azadî hate xwestin.

 Cara yekem Yekitiya Xwendekarên Zavarian yên girêdayî Federasyona Şoreşgerên Ermenî beşdarê çalakiyên bûn.Di heman demê de, di çakakiyê de gelek endamên girêdayî Partiya Taşnak û aktîvîstên Ermenî jî amade bûn.