Li Lozanê belgesela Ocalan û pirsgirêka Kurd hate nîşandan

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê belgesela Ocalan û pirsgirêka Kurd hate nîşandan.

Belgesela ku ji aliyê derhênerê ji Emerîka Başûr Lûîs Mîranda ve hate amadekirin û mijara wê Ocalan û pirsgirêka Kurd bû, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Lozanê hate nîşandan.

Piştî pêşkêşiya nûnerê Civaka Demokratîk a Kurd, derhêner Lûîs Mîranda bi rêya Skype ji beşdaran re axivî.

Mîranda bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku ji bo berxwedana li Rojava projeyeke wî heye.