Li Londonê kesek li mizgeftê hate kêrkirin

Li paytexta Qiraltiya Yekbûyî Londonê li mizgeftekê kesek hate kêrkirin. Mele birîndar bû, kesekî gumanbar hate destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniya polîsên Londonê li mizgefta mezin a li nêzî Parka Regent’s hewl hate dayîn ku cînayetek bê kirin.Polîsan ragihand ku keseke 70 salî birîndar bûye, kesek jî li cihê bûyerê hatiye destgîrkirin.

Hate ragihandin ku kesê birîndar bûye, xeteriya jiyana wî tine. Polîsan têkildarî êrîş bê ka ‘êrîşeke terorîstî’ ye, ti agahiyek neda. Lêpirsîn dewam dike.

Di wêneyên li ser Twîtterê hatin parvekirin de dixuyê ku polîsan kesek bu cilê sor li ser li erdê dirêjkiriye, agahiya ku kesê birîndar bûye mele ye. Bikarhênereke înternetê jî got: “Nîjatperestekî çermspî dema kete mizgeftê melekyek ji stûyê wî birîndar kir.”