Li Limassolê çalakiya Roja Dayikan

Li bajarê Limassol ê Qibrisê bi wesîleya Roja Dayikan çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê hate kirin.

Li bajarê Limassol ê Qibrisê, ji bo grevên birçîbûnê û berxwedana dayikan a li dijî zext û faşîzma li Tirkiyeyê, çalakiyek pêk hat. Şanoger Mûrat Yildiz di çalakiyê de hunera xwe nîşan da. Dayikên Kurdistanî yên li Qibrisê jî xavikên spî avêtin serê xwe û piştgirî dan berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdê tê kirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Niha li Kurdistanê zilm li dayikên me tê kirin. Leşker û polîsên Tirk êrîşî dayikan dikin. Bila bi vê zanibin; em ê faşîzmê têk bibin. Em hevlaên xwe yên di greva birçîbûnê de ne silav dikin. Dibêjin; berxwedan jiyan e. Roja dayikan li wan pîroz be."