Li Lîmasolê çalakiya li dij faşîzmê
Li bajarê Lîmasol ê Kibrisê li Molozparkê li dijî faşîzmê çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Lîmasol ê Kibrisê li Molozparkê li dijî faşîzmê çalakî hate lidarxistin.
Di destê sibehê de komîteya jinan stand vekir,gelek îmzeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom kirin. Ev îmze wê ji NY re were şandin.
Di destê êvarî de jî di çalakiyê de belavok hate belavkirin û daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin.
Di çalakiyê de gefên girtina HDP’ê, operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên faşîst ên Tirkiyeyê hate protestokirin.