Li lîderê olî yê Bangladeşî cezayê darvekirinê hat birîn

Li lîderê olî yê Bangladeşî cezayê darvekirinê hat birîn

Li Bangladeşê, yek ji lîderên rêxistina Cemaat-î Îslamî Abdulkadîr Molla, ji ber li dijî mirovahiyê sûc kiriye, bi cezayê darvekirinê hat cezakirin.

Dadgeha Gunehên Şer a Navneteweyî ku ji aliyê hikûmeta Bangladeşê ve hatibû avakirin di meha Sibatê de bi hinceta, di dema şerê rizgariyê yê sala 1971'an de li hemberî mirovahiyê sûc kiriye cezayê heta dawiya emr, dabû Abdulkadîr Molla.

Molla ji bo betalkirina vê biryarê serî li Dadgeha Temyîz da. Dadgeha Temyîzê jî bi biryara xwe ya îro re serlêdana Molla red kir, di ser de jî bi çar dengên li hemberî yek dengî, cezayê Molla veguherand cezayê darvekirinê. 

Abdulkadir Molla ji komkojiyên herêma Mirpur ya Dakka yên dema şerê serxwebûnê de berpirs hat dîtin. Piştî van komkujiyan weke ‘Mirpurê Qesab’ jî hat bi bîranîn.

Di xwepêşandanên ku ji aliyê alîgirên rêxistinê ve li dijî cezayê Molla tên li darxistin de, heya niha ji 100 zêdetir kes hatin kuştin.