Li Leîpzîgê panela 'Sosyolojiya Azadiyê'

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê, têkildarî wergera pirtûka 'Sosyolojiya Azadiyê' panelek hate lidarxistin.

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê, ji bo danasîna pirtûka 'Sosyolojiya Azadiyê' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin.

Panel ji aliyê wergêr ve hate kirin û gelek ciwan tevlî bûn. Têkildarî Ocalan, her wiha sîstema konfederal demokratîk, rêvebirina xwe bi xwe û civaka exlaqî û polîtîk pirs hatin kirin.

Di panelê de hate ragihandin ku divê her kes xwedî li pêngava 'Azadî ji Ocalan re' derkevin û hate diyarkirin panel wê 23'ê Cotmehê saet 18:00 li Navenda Civaka Demokratîk a Dresdenê dewam bike.