Li Lampedûsa keştiya penaber tê debû binav bû
Li Lampedûsa keştiya penaber tê debû binav bû
Li Lampedûsa keştiya penaber tê debû binav bû
Li nêzî Girava Lampedûsa ya li Sîcîlya ya başûrê Îtalyayê, keştiyek tê de penaberên Somaliyî hebûn, binav bû. Tê gotin di bûyerê de ji 25 heta 50 kesan, jiyana xwe ji dest dane.
Şaredara Lampedûsa Gîûsî Nîcolînî ji televîzyona Îtalî Sky TG24 re peyivî û diyar kir ku tevî zarokan herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ajansa nûçeyan a Îtalyayaê Ansa jî ragihand ku ekîbên alîkariya destpêkê 50 cenaze ji deryayê derxistine.
Nîcolînî da xuyakirin ku keştiya tê de 500 penaberên ku piraniya wan ji Somalî ne, piştî ku rêwiyan fîşekên hişyariyê pê xistin, agir pê ket û dûre binav bû. Hat ragihandin ku lêgerînên li deryayê li dora Giravên Kêrgo yên li nêzî Girava Lampedûsayê dewam dike.
Li gorî ekîbên rizgarkirinê di keştiyê de bi sedan koçber hebûn. Berdevkê ewlekariya peravên Îtalyayê da xuyakirin ku 163 hatine rizgarkirin û bîlanço dikare girantir bibe.
Roja Duşemê 13 koçberên ji Erîtreyî dema xwestin xwe bigihêjînin Giava Ragûsa ya li başûrrojhilatê Sîcîlyayê fetisîbûn û jiyana xwe ji dest abûn.
Di serî de peravên Sîcîlyayê li Îtalyayê, ji destpêka salê û vir ve 22 hezar koçber gihaştin. Ev yek jî sê qat li tevahiya hejmara sala bihurî ye.