Li Kurdistanê ji bo Rojava xebatên alîkariyê didomin

Li Kurdistanê ji bo Rojava xebatên alîkariyê didomin

Li Mûş, Milazgîr, Bazîd, Amed, Farqîn, Cizîr û Kerboranê lez dan xebatên kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava. Şaredarî û rêxistinên civakî bi rihê seferberiyê bang li gel dikin ku bi awayekî xurt xwedî li kampanya alîkariyê derbikevin.

MÛŞ

BDP, KESK, HDK, TUHAD-DER û ÎHD'ê li avahiya BDP'ê ya Mûşê civîna çapemeniyê li dar xistin û diyar kirin ku, ji bo Rojava kampanya dan destpêkirin. Rêveberê BDP'ê yê Mûşê Mukremîn Gur daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa Rojava û wiha got: "Wekî di hemû şeran de li şerê Rojava û Sûriyeyê de jî zarok û jin mexdûr dibin. Ev jî lezgîniya alîkariyan careke din radixe ber çavan. Pêwîstî bi derman, mamayên zarokan û zexîreyên din ên sereke heye. Divê hemû kes piştgiriyê bide kampanyayê."

MILAZGIR

Li navçeya Milazgirê ya Mûşê jî ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin. Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Milazgirê M.Nurî Balci û gelek kesên din li ber şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê. Şaredarê Milazgirê M.Nurî Balci daxuyanî xwend û diyar kir ku, ew li hemberî Rojava bêdeng namînin û alîkariyên dikin hem mirovî û hem jî exlaqî ne. Balci anî ziman ku, heke alîkariyan nekin dê ezaba wijdanê bikêşin û wiha got: "Gelê Milazgirê xwêrxwaze. Di erdhejê de alîkariyên xwe ji Wan û Erdîşê re şandin. Em bang li hemû kesî dikin ku alîkariyê bidin Rojava jî.

AMED

Li Amedê starta kampanyaya alîkariya ji bo Rojava hat dayîn. Seroka Rêxistina BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, Wekîlê Serokê Meclisa Şaredariya Mezin Eşref Guler û gelek nûnerên sazî û rêxistinên din jî ji bo kampanyayê hatin cem hev. Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu diyar kir ku, ew dê alîkariyê bibin bajarên Rojava û banga piştgiriyê kir. Hat diyarkirin ku, kesên dixwazin alîkarî bidin gelê Rojava dikarin alîkariyên xwe bibin Şantiyeya Fenê ya Şaredariya Yenîşehîrê ya li Alîpinarê. Di vê navberê de li Taxa Hûzûrevlerî ya Amedê zaxîreyên hatine berhevkirin ji Rojava re hatin şandin.

FARQÎN

Li navçeya Farqînê ya Amedê di pêşengiya şaredariyê ji bo rojava kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin. Şaredar û nûnerên rêxistinên sivîl ên li Farqînê piştî civînek lidarxistin diyar kirin ku, ew dê alîkariyên hatine berhevkirin ji bo bişînin Rojava dê pêşî ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re bişînin.

CIZÎR

Li Cizîrê kampanyaya ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin bê navber û bi tevlîbûnek mezin didome. Ji bo alîkariyan li gelek taxan kon hatine vedan. Li Cizîrê heta niha bi tonan zaxîre hatine berhevkirin. Alîkariyên hatine berhevkirin di nava çend rojan de wê ji Rojava re bên şandin.

KERBORAN

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî di heman çarçoveyê de kampanyayek hat destpêkirin. Gel eleqeyek gelek baş nîşanê kampanyayê dide.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi heman boneyê gelek kes û nûnerên saziyên sivîl li Şaredariya Bazîdê hatin cem hev. Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Bazîdê Cemîl Rizaogullari, TUHAYD-DER û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevlî civînê bûn. Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz diyar kir ku, alîkariyên kom bikin dê derman û hewcehiyên din ên bingehîn bin. Korkmaz anî ziman ku, alîkarî dê li gorî rapora Konseya Bajar bên komkirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê Cemîl Rizaogullari jî xwest ku hemû kes ji bo alîkariyan baldar be.

Piştî axaftinan komisyon hatin avakirin.