Li Kosovayê skandala MÎT'ê

Li Kosovayê rêxistina îstîxbarî ya Tirk ‘operasyonek’e bi guman kir. 6 kesên ku têne îdîakirin endamên cemeata Gulen in, hatin desteserkirin û vê jî siyaseta navxwe ya Kosova li bin guhê hev xist.

Serokwezîrê Kosovayê Ramûş Haradînaj, Înê Wezîrê Karê Navxwe û şefe rêxistina îstîxbaratê ji peywirê girt.

Tê gumankirn ku 6 kesên ku dewleta Tirk ew desteser kirin, bi wan dibistanan re têkiliya wan heye ku ji hêla Cemeata Gulan ve têne fînansekirin, ku berê hevkarê sûc ê AKP’ê bû. Erdogan şîrîkê xwe yê berê ji hewldana darbeye ya Tîrmeha 2016’an berpirs dibine.

Serokwezîrê Kosova îddîa kir ku haya wî jê tine ku ev kes hatine dersînorkirin û diyar kir ku ev dersînorkirin ji hêla serwîsên polîs û îstîxbaratê ve pêk hatiye. Medyaya Kosova jî ji vê re got, ‘ev desteserkirin’ e.

Tê zanîn ku Tirkiye yek ji destekvanê sereke ya Kosovayê ye ku ji 2008’an ve ji Sirbistanê serbixwe bûye. Şîrketên Tirk pir zêde li vî welatî hene. Tora balafirgehan û elektrîkê jî şîrketên Tirk rê ve dibin. Şîrketên Tirk her wiha bi bihayê 2 milyar dolaran du rêyên ekspresê çêdikin.